Kurdî Kurmancî

Bi xêr hatin!

Ev portal bo hemû 60 navendên hêzdarkirina jinên ciwan ên li Swêdê ye. Li vê derê hûn dikarin pirsyaran bikin, bi yek ji navendên hêzdarkirinê bikevin têkiliyê, yan jî, di derbarê ji anoreksiya (dilneçûn) heta masturbasyonê da her tiştî bixwînin li Tjejguiden (Rênîşandana Keçikê).

Mixabin hemû danezanê li ser malperê bo Kurdî nehatiye wergerandin, û em nikarin temîn bikin ku kesê ku hûn têkildar bibin  li navenda hêzdarkirinê bikaribe Kurdî bipeyive. Herçend wusa be jî, em bi germî bixêrhatina we dikin bo têkildarbûna navenda hêzdarkirina jinên ciwan, û em dê, çiqasî mimkun be ewqasî zêde, destekdanê pêşkêşî we bikin.

Navenda hêzdarkirina jinên ciwan çi ye?

Navenda hêzdarkirina jinên ciwan komeleyek e ku armanca wê bihêzkirina jinên ciwan e. Jin li navendên hêzdarkirinê bêdewa kar dikin û bi rêya çet, e-maîl û qisêkirina telefonê bi we re, alîkarî pêşkêş dikin. Navendên hêzdarkirina jinên ciwan gelek caran cihên biçûk in, qasî ku têda komputerek, telefonek û belku qenepeyek û hindek kursî bicih bibin.

Hindek navendên hêzdarkirina jinên ciwan herweha kampên havînê, grubên hevpeyvînê û li dibistanan atelyeyên karkirinê jî organîze dikin.

Her kesê ku xwe weke jineka ciwan terîf dike, dikare bi fikr û ramanên xwe –yên biçûk yan j^ü mezin- were navendên hêzdarkirina jinên ciwan. Her kesek pêbend e bi nihênîbûneka profesyonel û navê wê dikare bi tevayî veşartî bimîne.

Gelek jinên ciwan yên ku têkildar dibin bi navendên hêzdarkirinê, bi şewazên curbecur xwe xerab hîs dikin. Hindekên dîtir dibe ku pêdvî hebin bi peyivîna li ser rojeka li dibistanê, yan jî dibe ku tiştekî di derbarê seksê da yan di derbarê laşê xwe da meraq bikin.

Ew kesên me yên ku li navendên hêzdarkirina jinên ciwan kar dikin, pispor yan jî şewrikarên profesyonel nînin; lê belê qasî ku em bikarin, emguhdariya we dikin û cisaretê didin we. Herweha em dikarin fikir bidin we li ser cihên baş ên dîtir ku hûn dikarin peywendîdar bibin – yan jî, eger hûn bixwazin, bi we re biçin bo vekirina dosyayeka ligel polîsê.  

Ev rûpel çi ye?

Ev rûpel berî her tiştî mebesta wê peywendîdarkirina herkesî ye ku xwe weke jineka ciwan terîf dike û di navbera temenê 12 û 20 salan da ye. Herweha ew ji bo xizmên jinên ciwan e, yan jî, ji bo hemû kesan e ku zanxwaz in bo  tevgera navendên hêzdarkirina jinên ciwan.

Tjejjouren.se rêyek e bo xwegihandina hemû jinên ciwan yên ku pêdvî bi navendeka hêzdarkirina jinên ciwan hene. Ev yek herweha bo jinên ciwan jî derbasdar e, yên ku di şaredariyekê da ku têda hêşta navendeka hêzdarkirinê nîne, jiyan dikin. Em vê yekê dizanin ku, ji ber îstatîstîkên ku hejmareka mezin ya jinên ciwan yên di rewşeka dijwar da nîşan didin, pêdvî bi vê rûpelê hatiye dîtin

Gelo we dil heye bi tevlêbûnê?

Gelek caran hêsantir e hûn bi zimanê xwe yê zikmakî hestên xwe diyar bikin, pirsyaran bikin û fikir û ramanan parve bikin. Ji ber vê yekê, bo karkirina li navendên hêzdarkirinê yên me, me pêdvî bi zêdetir jinan heye ku Kurdî dipeyivin. Ji bo tevlêbûnê, bi navenda hêzdarkirina jinên ciwan ya herî nêzîk re têkilî deynin.